Baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat bombebarankirin
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê diyar kir, baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li devera gundê Kesk li bakurê rojhilatê Sûriyê hat bombebarankirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê eşkere kir, moşekan serbazên Hevpeymaniya Navdewletî kirin armanc, lê tu ziyanek tune ye.
Herwiha diyar kir, deverên ku hatin moşekbarankirin, tevî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, bîrên petrolê jî lê ne û gumana wê yekê heye ku êrîş li dijî bîrên petrolê hatibin kirin û lêkolîna li ser bûyerê dest pê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin