SOHR: Li Hesekê êris li Baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin
PeyamaKurd - Saziya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku rêxistina “Berxwedana Îslamî li Iraqê” îro bi mûşekan êrîşî baregeha Xirbit El-Cîr a Hevpeymaniya Navdewletî li Rimêlanê li parêzgeha Hesekê kirin.
hatiye diyar kir ku ew êrîş, ji Iraqê ve ji aliyê koma bi navê “Berxwedana Îslamî” hatiye kirin û heta niha ti zanyarî li ser ziyanên wê êrîşê tune ne.
Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.
Li gorî SHORê, ji 19ê Cotmeha borî ve, 47 caran baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatine armanckirin.
Li hember vê yekê, Amerîka çendîn caran milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kirine. Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kiribû, wan di bersiva êrîşan de, 4 caran ew komên ku êrîş pêk anîne, bombebaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin