SOHR: Milîsên girêdayî Tehranê êrisî baregeha DYAyê kirin
PeyamaKurd - Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku milîsên girêdayî rejîma Îranê duh li kêlgeha neftê ya El-Omer a li Dêrezorê êrişî baregeha hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kirine.
Komên milîs ên girêdayî rejîma Îranê, beriya niha ragihandibûn ku baregehên leşkerî yên DYA yên li Iraq û Sûriyê hatine armanckirin û diyar kiribûn ku ev êriş weke berteka li hember şerê Îsraîlê yê li Xezzeyê hatiye kirin.
SOHR’ê da zanîn ku di dema ku hêzên DYAyê li baregeha xwe peywirên xwe yên perwerdehiya leşkerî pêk dihanîn, milîsan bi mûşekan êrişî baregehê kirin û dengê teqînan ji deverên dûr jî hatin bihîstin.SOHRê da zanîn ku di derbarê kuştin û birîndarbûnê de ti agahî nehatine bidestxistin.
Komên milîs ên girêdayî rejîma Îranê, beriya niha ragihandibûn ku baregehên leşkerî yên DYA yên li Iraq û Sûriyê hatine armanckirin û diyar kiribûn ku ev êriş weke berteka li hember şerê Îsraîlê yê li Xezzeyê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin