SOHR: Hêzên Rus û Tirk, li Hesekê gereke hevpar kir

04 May 2023 16:00 0 dîtin
SOHR: Hêzên Rus û Tirk, li Hesekê gereke hevpar kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliye Rawangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ve hatin ragihandin, hêzên Rûs û Tirk; li bajarê Hesekê yê Rojava, bi piştevaniya helîkopteran, gereke çavdêriyê ya hevpar kir.

Di agahiyên ku ji aliye SOHRê ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku hêzên polîsên leşkerî yên Rus û hêzên Tirkiyeyê, îro li gundên rojavayê Dirbêsiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş kir.

Hat diyarkirin ku gera çavdêriyê ku bi maşînên zirxpoşî yên Rusya û Tirkiyeyê hatin kirin, bi piştevaniya 2 helîkopteran pêk hatiye.

Li gorî agahiyên dorfireh ên Rawangehê, gera hevpar, li gundê Şêrik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kiriye û di hejmarek gundên sînorî re derbasî bûne û piştre hêzên herdu welatan, vegeriyane xala ku jê dest bi gera hevpar kiriye.