SOHR: Tirkiyeyê, hêzên nû sandin Îdlibê
PeyamaKurd- Tevî ku hegera operasyona leşkerî ya li dijî Rojava, ji rojeva Tirkiyeyê kêm nabe, rayedarên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku rayedarên Tirkiyeyê, hêzên nû ji bo piştgiriya artêşa xwe, şandine Îdlibê.
Li gorî daxuyaniya hat ragihandin, hêzên nû yên Tirkiyeyê, vê sibehê derbasî Îdlibê bûne. Li gorî rayedarên SOHRê da zanîn, konvoyeke leşkerî ji bakurê Îdlibê ber bi deriyê sînorî yê Bab El-Hawa ve çûye û konvoyeke din jî di ser Khirbet El-Jawzê ya rojavayê Îdlibê re derbas bûye.
Bi berdewamî hat gotin ku konvoy li bejahiya Jabal El-Zawiyah û Îdlibê, derbasî sengerên artêşa Tirk bûne. Her wiha hat eşkerekirin ku bi rêya konvoyê, maşînên zirxî, tanq, roketavêj û alavên lojîstîk jî hatine veguhestin.
Li gorî ragihandina rayedarên SOHRê, di nav vê mehê de ev bû cara duyemîn ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hêzên teqwiyeyê tên şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin