SOHR: Hêzên Çekdar ên Tirk Rojava bombebaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) gundên Hesekê yên Rojava bombebaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirova (SOHR) ragihand, balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) gundên Muharmala, Bobî, Niwehat û Dada Abdullah ên girêdayî navçeya Zirkan a bajarê Hesekê yê Rojava bombebaran kirin.
Çavdêriyê tu agahî derbarê ziyanên canî û madî yên di êrîşan de nedan, ragihand ku gundî çûne herêmên ewle.
Li gel van êrîşan Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) car caran Rojava û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye dike hedef.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin