SOHR : LI Deyrezzorê bi IHAyan êris hatin kirin
PeyamaKurd - Saziya Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê (SHOR), daxuyand ku li deverên ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê û hêzên ser bi Îranê ve tê kontrol kirin, bi firokeyên bê mirov (ÎHA) êriş hatine kirin û piştî wan êrişan teqînên bihêz hatine bihîstin.
Li gor zanyariyên SHORê êriş li binkeyên milîsên ser bi Îranê ve ji aliyê ÎHAyên Amerîkayê ve hatine kirin.
Ji aliyê din de, piştî êrişan kuştina tu kesî nehatiye ragihand
Dîsa li gor çavkaniyên SHORê, di 29ê Mijdarê de, li sînorê Sûriye-Iraqê li erebeyeke mîlşeyên ser bi Îranê ve êrişên bi ÎHAyan hatine kirin û di encamê de jî yêk jê ji Iraqê, 3 endamên rêxistinê tevahî 4 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin