Li Bexdayê bombe bi karwana Hevpeymaniya Navdewletî de hat teqandin

04 January 2022 16:06 0 dîtin
Li Bexdayê bombe bi karwana Hevpeymaniya Navdewletî de hat teqandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 4ê Çile li Bexdayê bombeyek bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de hat teqandin.

Li gorî ragihandina medya Iraqê bombe îro Duşemê li ser rêyeke parêzgeha Bexdayê hatiye teqandin û bombe dema derbasbûna karwaneke Hêzên Hevpeyman de teqiya ye.

Hat diyarkirin ku ji bilî ziyanên madî ti ziyaneke canî di encama teqînê de çênebûye.

Hêjayî gotinê ye, îro bi du dronên bombebarkirî êrîşek li dijî binkeyê leşkerî ya Eyn Esed a parêzgeha Enbarê ku hêzên Amerîkayê tê de ne hatibû kirin ku şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragihandiye, dronên êrîş kirine ji aliyê sîstema berevaniya binkeya leşkerî ve hatine têkşikandin.

Êrîşên ser hêzên Amerîkayê piştî gefxwarinên berdewam ên milîsên Heşdî Şeibî ji nû ve dest pê kirine.