Bombe bi karwana Hevpeymaniya Navdewletî de hat teqandin

13 September 2020 12:58 0 dîtin
Bombe bi karwana Hevpeymaniya Navdewletî de hat teqandin

PeyamaKurd – Tora Ragihandina Medyayî ya Ewlehiya Iraqê ragihand, li parêzgeha Selahadînê dema derbasbûna karwana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bombeyeke vedayî hatiye teqandin.

Hat diyarkirin ku karwana lojîstîkî ya Hevpeymaniya Navdewletî li gundekî Selahedînê rastî êrîşa bombeyî hatiye ku şifêrekî iraqî birîndar bûye û yek ji barhilgirên hevpeymaniyê jî ziyan dîtiye.

Hêjayî gotinê ye, gelek carên din jî êrîşên bi vî rengî li dijî karwanên hevpeymaniyê pêk tên ku wekî berpirsê wan êrîşan jî Ketîbeyên Hizbûllaha Iraqê ku girêdayî Îranê ye tê nîşandan.