Bi karwanên hevpeymaniya navdewletî de 2 bombe hatin teqandin

22 December 2020 21:41 0 dîtin
Bi karwanên hevpeymaniya navdewletî de 2 bombe hatin teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Iraqê, 2 bombe bi karwanên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de hatin teqandin.

Çavkaniyeke ewlehîyê ya Iraqê ragihandiye ku roja duşemê 21ê Kanûnê li parêzgeha Babilê bombeyek bi karwaneke lojistîk a hevpeymaniyê de hatiye teqandin ku ziyan tenê li ser wesayîtan çêbûye.

Herwiha diyar kiriye kur teqîna duyem jî dîsa roja duşemê li ser rêya El-Nasiriyê çêbûye û bombeyek bi karwaneke din de hatiye teqandin û hêzên parastina karwanê birîndar bûne.