Hêzên ewlehiyê gule bera welatiyan dan û di encamê de kustî û birîndar hene

17 September 2022 15:11 0 dîtin
Hêzên ewlehiyê gule bera welatiyan dan û di encamê de kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Di xwepêşandanên welatiyên bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ku piştî merasîma meytê Jîna Emînî destpêkirin de, hêzên ewlehiyê gule bera welatiyan dan û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Meytê Jîna Emînî gihîşt bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê û li Goristana Ayçî bi xakê hat spartin.

Li gor zanyariyan, bi hezaran welatî di merasîma meytê Jîna Emînî de beşdar bûne û piştî veşartina cenazeyê wê, çendîn dirûşmên weke "neman ji bo dîktator" ji aliyê welatiyan ve hatin gotin.

Herwiha welatî pişt re çûn ber avahiya qeymeqamiya Seqizê û daxwaza eşkerekirina hûrgiliyên wê tawanê û cezakirina encamderên wê tawanê kirin, lê belê hêzên ewlehiyê bi mebesta belavkirina xelkê, gulle berdan û ji ber vê kuştî û birîndar hene, lê hîn zanyariyên bi hûrgilî derbarê hejmara qurbaniyan de tune ne.