Bexda | Di navbera xwepêsandarên alîgirên Sedir û hêzên ewlehiyê de alozî derket

30 July 2022 13:59 0 dîtin
Bexda | Di navbera xwepêsandarên alîgirên Sedir û hêzên ewlehiyê de alozî derket

PeyamaKurd – Xwepêşander û alîgirên Sedir hewl didin ku ji sê deriyan ve têkevin navçeya Kesk û piştî hewla wan, di navbera wan û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Di encamê de heta niha xwepêşandarekî can daye û gelek kes jî birîndar bûne.

Xwepêşander û alîgirên Muqteda Sedir îro ber bi navçeya Kesk ve bi rê ketin û gefa cezakirina gendelkaran û destdanîna ser binke û saziyan dixwin.

Herwiha hêzên ewlehiya Iraqê jî ji bo rêgirtin li xwepêşanderan, bi gaza rondikrêj û bombeyên dengî ve dixwaze xwepêşanderan rawestîne.

Hat zanîn, çend çekdarên bi maske û nenas jî li ser avahiyên bilind ve gule li xwepêşanderan berdan û ji ber wê jî xwepêşandarek hat kuştin û hin xwepêşander jî birîndar in.