Alîgirên Tevgera Sedir li meydanên Bexdayê nimêja Înê ya girseyî eda kirin

15 July 2022 17:36 0 dîtin
Alîgirên Tevgera Sedir li meydanên Bexdayê nimêja Înê ya girseyî eda kirin

PeyamaKurd – Piştî banga Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedr, îro 15ê Tîrmehê bi sed hezaran alîgirên Sedir, ji bo Nimêja Înê ya Yekgirtî li meydanên Bexdayê kom bûn.

Sedir beriya niha tevî ku kutleya herî mezin a parlamentoyê bû jî ji parlamentoya Iraqê vekişiyabû û dawî li xebatên bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê anîbû.

Ligel ku Tevgera Sedir ji proseya siyasî vekişiyaye jî xwedî hêzekê ye ku bêyî wê avakirina hikûmeta nû pir zehmet e.

Li gorî nirxandinan, Sedir bi van çalakiyan dixwaze rê li ber serweriya Îranê di hikûmeta bê de bigire û herwiha hilbijartineke pêşwext were kirin.

Di çalakiya îro ya nimêja Înê de, Tevgera Sedir car din xwest hêza xwe nîşan bide ku ev jî wekî peyamekê bo alîyên din ên şîe ku dixwazin hikûmetê ava bikin, tê nirxandin.