Tevgera Sedir: Vekisîn tenê li parêzgehan e, ne li Bexdayê
PeyamaKurd – Piştî banga Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya derbarê valakirina Parlamentoya Iraqê de, Tevgera Sedir bersiv da û got, ew ji Bexdayê venakişin û vekişîn tenê li parêzgehên din ên Iraqê ye.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz kir ku xwepêşander hevkariya hêzên ewlehiyê bikin û rêz li saziyên dewletê bigrin û ji saziyên hikûmetê derkevin, piştî wê Tevgera Sedir bersiva vê daxwazê da û diyar kir: “Em berdewam in, vekişîn tenê li parêzgehan e.”
Herwiha Tevgera Sedir bi rêya hesabê Salih Mihemed El Iraqî li ser Twitterê daxwaz ji xwepêşanderan kir ku guh nedin medyaya civakî û eşkere kir: “Vekişîn tenê li parêzgehan e, ne li Bexdayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin