Tevgera Sedir hemû baregehên koma “Saraya El-Selam” ji bilî li 4 parêzgehan digre
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir diyar kir, hemû baregehên koma “Saraya El-Selam” ji bilî li 4 parêzgehan digre.
El-Sedr di daxuyaniyekê de da zanîn: “Di gava yekem de, biryar hat girtin ku ji bilî parêzgehên Necef, Kerbela, Selahedîn (Samara) û paytext Bexda, hemû baregehên Seraya El-Selam bêne girtin.”
Herwiha eşkere kir: “Li parêzgehên, Necef, Kerbela, Selahedîn û Bexdayê qedexe ye çek bêne hilgirtin, eger ne bi hevahengiya ligel hêzên ewlehiyê be.”
Ev biryara Sedr, weke "nehîştina gotegotên dibêjin ku Rêberê Tevgera Sedrê welat bi rêya mîlîşyayan birêve dibe" hat nirxandin.
Saraya El-Selam, komeke çekdar a girêdayî Tevgera Sedir e û lîwayên wê di nav Heşda Şeibî de ne, piştî kontrolkirina parêzgeha Nînewayê ji aliyê DAIŞê ve, hat avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin