Koma Muqaweme berpirsiya êrîsên ser 3 baregehên Amerîkî li xwe girt: Ji bo Xezeyê...

17 November 2023 18:29 0 dîtin
Koma Muqaweme berpirsiya êrîsên ser 3 baregehên Amerîkî li xwe girt: Ji bo Xezeyê...

PeyamaKurd - Koma bi navê Muqaweme El Îslamiye ya Iraqî, piştî êrîşa îro 17ê Mijdarê ya ser baregeha ′El Herîr′ a li Hewlêrê ragihand ku êrîş ji aliya wan ve hatiye kirin û berpirsiya xwe ya êrîşên ser 2 baregehên din ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê jî ragihand.

Li gorî daxuyaniya wê koma bi ser Îranê ve, 2 baregehên Amerîkayê yên Eyn El Esed a li parêzgeha Enbarê û Til Beyder a li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê wan ve hatine kirin.

Muqaweme El Îslamiyê daye xuyakirin, wan bi 2 dronan êrîş biriye ser baregeha Eyn El Esed a Amerîkayê û ew êrîş wekî bersiva êrîşên li dijî xelkê Xezeyê nîşan da.

Koma navborî herwiha diyar kir ku bi 2 dronan jî baregeha Til Beyder a Amerîkayê ya li rojavayê Hesekê hatiye armanc kirin.