Koma milîs a Iraqê: Em ê êrîsên ser bingehên Amerîkî bidomînin

02 February 2024 19:26 0 dîtin
Koma milîs a Iraqê: Em ê êrîsên ser bingehên Amerîkî bidomînin

PeyamaKurd – Koma milîsên Iraqê Nuceba ya di nav Berxwedana Îslamî ya hevpeymanên Îranê de, gefa berdewamkirina êrîşên ser bingehên Amerîkayê xwar.

Piştî êrîşa ser baregeha Tower-22 a Amerîkî li Urdinê ku 3 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin û Koma Berxwedana Îslamî berpirsiya xwe ya êrîşê ragihandibû, koma milîs a Ketayîb Hizbullah (Hizbullaha Iraqê) ragihandibû ku wan êrîşên ser bingehên Amerîkî rawestandiye.

Berpirsê Giştî yê Tevgera Nucebayê Ekrem Kabî, îro Înê 2yê Sibatê ragihand: “Em êrîşên xwe ranawestînin heta em du armancan pêk neyînin, ew armanc jî rawestandina şerê Xezzeyê û vekîşana artêşa Amerîkayê ji Iraqê ne”.

Ekrem Kabî gotiye, “Berxwedana Îslamî li Iraqê bi hemî komên xwe ve êrîşên xwe yên li dijî Amerîkayê ranawestîne heta daxwaziyên wê bi cih neyên”.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser êrîşa Urdinê gotibû, ew ê bersiveke tund bidin, li cih dema ew diyar bikin.

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh jî dabû xuyakirin: “Em gumanê dibin ku ketîbeyên Hizbulahê, ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve tên piştevanîkirin, ew êrîş kiribe. Wê Amerîka di demeke guncavde bersivê bide.”