Milîsên koma Esayîb Ehl el-Heq du roj mohlet dan Hikûmeta Iraqê

26 December 2020 12:30 0 dîtin
Milîsên koma Esayîb Ehl el-Heq du roj mohlet dan Hikûmeta Iraqê

PeyamaKurd Milîsên koma Esayîb Ehl el-Heq ê Heşda Şeibî ku nêzîkî Îranê ne, du roj mohlet dane Hikûmeta Iraqê, da ku girtiyên wan ên bi tohmeta ku destê wan di wê êrişa Balyozxaneya Amerîkayê de hebû û hatine girtin, berde.

Piştî êrîşa mûşekî ya bi ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, Hikûmeta Iraqê hinek endamên koma Esayîb Ehl el-Heq, ku komeka Heşda Şeibî û nêzîkî Îranê ye, bi tohmeta ku destê wan di wê êrişê de hebûye, girt.

Ji ber wê jî, şeva borî komek çekdarên wê komê, bi çekan li nav Bexdayê belav bûn û gef li Hikûmeta Iraqê û Serokê Hikûmetê Mistefa Kazimî xwarin.

Serokê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Eirecî, piştî wê bi wan re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de milîsên şîe, 48 saet mohlet dane Hikûmeta Iraqê, da ku girtiyên wan berdin.

Li aliyekî din jî, Mistefa Kazimî hişyarî da wan milîsan û ragihand, ew ê li hember wan kesên ku aramiya Iraqê xerab dikin, nermahiyê nîşan nedin.

Rêberê bizava Sedr, Muqteda Sedr jî bang li Îranê kir, da ku Iraqê neke meydana şerê xwe û Iraqê. Ji ber ku Iraq bûye qurbana şer û nakokiyên Îran û Amerîka.