Emîndarê gistî yê milîsên Esayîb Ehlî El Heq gef li Kazimî xwar

06 November 2021 17:56 0 dîtin
Emîndarê gistî yê milîsên Esayîb Ehlî El Heq gef li Kazimî xwar

PeyamaKurd –  Rêveberekî milîsên Heşda Şeibî Qeys Xezalî, gef li Serokwezîrê Iraqê xwar.

Emîndarê giştî yê milîsên Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xezalî diyar kir: ‘‘Bi tundî derxistina alîgirên Esayîb Ehlî El Heq, li pêş deriyê Navçeya Kesk şermezar dikim.’’

Qeys Xezelî gefa bersivdana derxistina alîgirên milîsan ji aliyê Serokwezîr Mistefa Kazimî ve xwar.

Do 05.11.2021ê piştî nîvro, xwepêşander û hêzên ewlehiyê li pêş Navçeya Kesk a Bexdayê bihevçûn.

Çapemeniya Iraqê amaje bi kuştina xwepêşandarek û birîndarbûna 346 kesan kir û Wezareta Tenduristiya Iraqê jî da zanîn: ‘‘Ji ber aloziyan, 125 xwepêşander û karmendên ewlehiyê birîndar bûne, lê tu kesek nehatiye kuştin.’’

Piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, beşek ji wan komên ku di hilbijartinan de şikest xwarin, nêzîkî Navçeya Kesk a Bexdayê dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinê dikin.

Piraniya xwepêşanderan alîgirên milîsên Heşda Şeibî ne, ku hejmara kursiyên hevpeymaniya wan (Hevpeymaniya Fetih) li Parlamentoya Iraqê 47 kursîbûn û niha daket 16 kursiyan.