Emîndarê milîsên Esayib Ehl El Heq gef li Amerîka xwar

30 June 2021 12:31 0 dîtin
Emîndarê milîsên Esayib Ehl El Heq gef li Amerîka xwar

PeyamaKurd – Emîndarê milîsên Esayib Ehl El Heq, gef li Amerîka xwar û diyar kir, dê li Iraqê li dijî Amerîkayê dest bi qonaxeke din bikin.

Emîndarê Esayib Ehl El Heq Qeys Xezelî, ji çapemeniya milîsên Heşda Şeibî re diyar kir: ‘‘Amerîka ya dijmin, dest bi dijatîkirina Iraqê û kuştina Iraqiyan kiriye.’’

Qeys Xezelî da zanîn: ‘‘Eger Amerîka berdewam be di rijandina xwîna Iraqiyan de, wê demê me jî xwe ji bo dijî Amerîkayê rawestanê amade kiriye, ku ew pêşbîniya cîh û dema wê nikare bike.’’

Emîndarê Esayib Ehl El Heq gef li hêzên Amerîkayê yên li Iraqê xwar û eşkere kir:  ‘‘Me dest bi qonaxeke nû ya dijî Amerîkayê kiriye û tola xwîna ciwanên me jî dê bi rijandina xwîna leşkerên Amerîkayê be.’’

Roja 28.06.2021ê balefirên şer ên Amerîkayê hejmarek binke û embarên teqemeniya milîsên Heşda Şeibî li rojavayê Iraqê û rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.