Serok Barzanî bi Emîndarê Gistî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misliman re civiya
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misliman Dr. Elî Qeredaxî û şandeke hevbeş a Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Tevgera Mirovî li Kurdistanê re civiya.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasî yên dawîyê hatin guftûgokirin.
Herwiha di civînê de behsa karûbarê xêrxwazî û girîngiya rêxistinên mirovî û xêrxwazî di alîkariya civaka Kurdistanê de hat kirin û tekezî jî li pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilind ên civakê û pêşxistina perwerdeya tendirust û niştimanî kirin.
Hêjayî gotinê ye, di vê hevdîtinê de Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî û endamên Polîtburiyê Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin