Mesrûr Barzanî sersaxî li Emîndarê Gistî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir

31 July 2021 09:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî sersaxî li Emîndarê Gistî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do bi rêya telefonê, sersaxî ji ber koça dawî ya xwişka Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Bahaedîn, Hemîde Mihemed Bahaedîn kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hevxemiya xwe ji Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê re diyar kir û ji xwedayê mezin hêvî xwest, xweda jê razî bi bihişta xwe şad bike û aramiyê bide malbatê.

Emîndar Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî, spasî û pêzanînên xwe ji ber wê pêwendiyê û hevxemiya Serokê Hikûmetê anî ziman.