Bexda | Koma milîsên Îranî berpirsiya kustina welatiyê Amerîkî li xwe girt
PeyamaKurd – Koma milîsên çekdar ên nêzîkî Îranê Saraya Ehl El-Kehf, berpirsiya kuştina welatiyê Amerîkî Stephen Troell ku şeva borî li Bexdayê hatibû kuştin, li xwe girt.
Koma milîs a bi navê Saraya Ehl El-Kehf, îro Sêşemê 8ê Mijdarê berpirsiya kuştina Stephen Troell ragihand û diyar kir, wan tola kuştina Fermandarê Feyleqa Quds a Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî El-Muhendis standiye.
Hemwelatiyê Amerîkî yê bi navê Stephen Troell, şeva 7ê Mijdarê li taxa Kerade ya bajarê Bexdayê bi sûîqestekê hatibû kuştin.
Stephen Troll ê 45 salî li Bexdayê tevî hevjîn û 3 keçikên xwe bicih bûbû û bi rêxistineke alîkariyê re kar dikir.
Piştî kuştina Troll Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana avakirina komîteyeke lêkolînê bo kuştina wî dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin