Serokomarê Îranê di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Bexdayê ye

11 September 2024 10:30 0 dîtin
Serokomarê Îranê di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Bexdayê ye

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di çarçoveya serdana xwe ya yekem a derve de gihişte paytexta Iraqê Bexdayê.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî pêşwaziya Serokomarê Îranê yê ku çûbû Bexdayê kir.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Pezeşkiyan serdana navçeyên şîe yên Iraqê û mezarên melayên Şîe bike.

Ji aliyê din ve, roja Pêncşemê 12.09.2024 (sibe) Serokomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Herêma Kurdistanê dike.

Tê çaverêkirin ku Pezeşkian rêze rêkeftinên ewlehiyê ligel berpirsên Iraqê îmze bike.

Beriya niha Serokomarê Îranê gotibû ku ew dixwazin xurtkirina pêwendiyên xwe bi welatên cîran re bikin serekî.