Serokomarê Îranê: Ezê pêsî serdana Iraqê bikim
PeyamaKurd - Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ew de yekem serdana xwe ya derveyî welat bo Iraqê bike, ji ber ku Iraq ji bo wan girîng e.
Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di hevpeyvîneke televziyoneke Îranê de diyar kir ku ew girîngiyê dide welatên cîran, lê plana wî heye ku bi welatên cîhanê re jî peywendiyan pêş bixe.
Pizîşkiyan got ku ambargoya Rojava û Amerîkayê pêşketina Îranê sist kiriye û ji bo bikaribin veberhênanê bikin, pêwîstiya wan bi 200 milyar dolarî heye.
Mesûd Pizîşkiyan, dema serdana Iraqê eşkere nekir, lê li gorî agahiyan tê çaverêkirin Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dawiya vê mehê serdana Iraqê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin