Medya fermî ya Îranê roja serdana Tirkiyê ya Reîsî eskere kir

22 January 2024 18:57 0 dîtin
Medya fermî ya Îranê roja serdana Tirkiyê ya Reîsî eskere kir

PeyamaKurd – Medya Îranê ragihand, serdana çaverêkirî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku ji ber teqîna li Kirmanê hatibû paşxistin wê vê hefteyê pêk were.

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku Reîsî roja Çarşema bê serdana Enqereyê dike ku diviya ew serdan 4ê Çileyê pêk hatiba, lê piştî teqînên li bajarê Kirmanê yê Îranê, serdan hatibû paşxistin.

Wê Reîsî û Erdogan li Enqereyê bicivin û herwiha beşdarî civîna 8an a Hevkariya Bilind a herdu welatan bibin.

Hatiye ragihandin ku wê di vê serdanê de, bi qasî 10 girebest û peymanên cuda yên di warên çandî, zanistî, ragihandin, kar û barên naxwe, veguhestin, bazirganî û aboriyê de bên îmzekirin.