Erdogan serdana Îranê dike: Operasyona Rojava û nêzîk kirina Sam û Enqêrê li ser masê ye!
PeyamaKurd - Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, wê roja Sêşemê19ê Tîrmehê serdana Îranê bike.
Hat diyarkirin ku wê Erdogan li Tehranê bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ên Îranê re hevdîtinan bike.
Li gorî çavkaniyan, wê di vê serdana Erdogan de ji bilî pêşhatên li herêmê, mijara nêzik kirina Şam û Enqerê û operasyona muhtemel a Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê werin gotûbêjkirin.
Îranê ragihandibû ku ew bi tundî li dijî operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ne û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan di serdana xwe ya Enqerê de dîsa dijatiya Îranê ya ji bo operasyona Tirkiyê anîbû ziman.
Wezîrê Derve yê Îranê piştî Enqerê serdana Şam a paytexta Sûriyê jî kiribû û piştî hevdîtinên bi rayedarên Sûrî re careke din helwesta welatê xwe derbarê egera operasyona Tirkiyê de dubare kiribû û gotibû, Îran li dijî operasyona Tirkiyê ye.
Herwiha Emîr Ebdullahiyan dabû zanîn, Tehran nîgeraniyên emnî yên Enqerê fêm dike lê divê bi rêya diyalog û danûstandinan bêne çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin