Erdogan di 11ê Hezîranê de serdana Wanê dike
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan wê roja 11ê Hezîranê serdana parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bike.
Rayedarên AKPê diyar kirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan wê roja 11ê Hezîranê serdana parêzgeha Wanê bike, lê hîn bernameya Erdogan ya Wanê nehatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye, di 28ê Hezîranê de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bi 249 şaredaran, serdana Wanê kiribûn. Piştî wê serdanê Erdogan rexne li serdana CHPê ya Wanê girtibû û bi awayekî berfireh qala xizmetguzariyên ku di heyama AKPyê de li Wanê hatine kirin kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin