Erdogan serdana Rûsyayê dike

28 August 2023 19:20 0 dîtin
Erdogan serdana Rûsyayê dike

PeyamaKurd - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk Meclîsa Rêveberiya Biryarder a Navendî (MKYK) ya AK Partiyê daxuyanî dan û ragihand, 7ê Kanunê kongreya AK Partiyê tê lidarxistin.

Omer Çelîk piştî civînê di daxuyaniya çapemeniyê de got: “Meclîsa Rêveberiya Biryarder a Navendî ya me dema kongreyê wek 7ê Kanûnê pesend kir.”

Çelîk herwiha ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn wê hevdîtinekê bikin û li ser serdana Erdogan a Rûsyayê wiha axivî: “Ji bo ku cîhan rûbirûyî krîza xurekê nebe Serokkomarê me pêwendiyên dîplomasî meşandin. Di demeke nêzîk de Serokomarê me dê biçe Soçiyê. Dibe ku geşedanek nû di korîdora dexlûdanê de çêbibe.”