Erdogan bi rojeva Sûriyê û S-400î serdana Rûsyayê dike
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo merasîmêavekirinê ya Sala Çand û Geştyariyê ya Rûsya-Tirkiyê û Civîna Konseya Hevkariyê ya Payeblind a Tirkiyê û Rûsyayê îro serdana Moskowayê dike.
Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya rojane de li Moskowayê dê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re beşdarî Konseya Hevkariyê ya Payeblind a Tirkiyê û Rûsyayê ya heştemîn bibe.
Tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de mijarên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de werin gotubêjkirin.
Herwiha di hevdîtina Erdogan û Pûtînî de mijara nîqaşbar a Girên Golanê û biryarê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û mijara kirînê ya pergalên parastian hewayî ya S-400î jî Rûsyayê jî dê bê guftûgokirin.
Erdogan beriya serdana xwe ya Rûsyayê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku ji bo operasyona li dijî rojhilatê Firatê de jî got, ji bo operasyonê hemû amadekari hatine kirin.
Serokomarê Tirkiyê herweha derbarê hilbijartinên Tirkiyê de jî amaje kir ku hilbijartin ne li gorî destûrê hatin kirin û got, ew dê îtîrazên pêwist bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin