Hesen Ruhanî bi rojeva Sûriyê serdana Tirkiyê dike

14 September 2019 09:52 0 dîtin
Hesen Ruhanî bi rojeva Sûriyê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûahnî bi mebesta beşarîya di civîna sêalî ya serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê wê dibe roja yekşemê 15ê Îlonê serdana paytextê Tirkiyê Enqerê bike.

Ligorî rapora navenda ragihandinê ya dezgeha serokomariya Îranê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdarî û axaftina pêncemîn dewra civîna sêalî ya Tehran, Moskow û Enqerê derbarê çareserkirina pirsa Sûrîyê ku wê roja duşemê were encamdan biçe Enqerê.

Biryar e Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hesenê Rûhanî qeyrana navxwe ya Sûriyê, pirsa Îdlîbê gotûbêj bikin.