Erdogan, Pûtîn û Rûhanî bi rojeva Sûriyê li Enqerê dicivin
PeyamaKurd - Serokê Dewleta Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Iranê Hesen Ruhanî îro Duşemê li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dicivin. Her sê serokê wê ser Sûriyê gotubêjan bikin û tê çaverêkirin ku rojeva sereke Îdlib be.
Artêşa Sûrîyê ji dawiya Nîsanê vir ve operasyonên dijî Îdlibê gur kirine. Li Îdlibê, ku li sînorê Tirkiyê ye, 3 mîlyon kes dijîn û Enqere ser pêleke nû ya koçberîyê hişyariyê dide.
Ruhanî berî serdana Enqerê bike, li Tehranê diyar kir ku li Îdlibê hîn jî ‘terorîst’ hene û da zanîn ku divê şerê li dijî wan bidome.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piranîya Îdlibê di bin kontrola Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) de ye ku ew rêxistin nêzî El Qayidê tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin