Kremlîn: Di rojeva Pûtîn de hevdîtina ligel Erdogan nîne
PeyamaKurd - Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan ku gotibû, plana heye ligel Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn li Stenbolê hevdîtinekê derbarê mijara Idlibê de pêk bîne.
Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov îro 27ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de bersiva hevdîtina Pûtîn - Erdogan a li ser rewşa Idlibê da û got, “Heta niha tu hevdîtin ligel Erdogan di 5ê mehê (meha Adarê) de nehatiye plan kirin. 5ê mehê karên din ên Serok Putin hene”.
Berdevkê Kremlinê herwiiha da xuyakirin ku hevdîtinên şandên Rûsya-Tirkiyê li ser pirsgirêkên derbarê Idlibê de berdewam dikin.
Şanda Rûsyayê ev du roj in li Enqere hevdîtinan bi aliyê Tirk re dike, lê hîn jî ti encamek derneketiye û li ser erdê jî şer berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin