Kremlîn: Di bernameya Pûtîn de hevdîtina Erdogan nîne!

14 July 2023 19:29 0 dîtin
Kremlîn: Di bernameya Pûtîn de hevdîtina Erdogan nîne!

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov, li ser hevdîtina ku tê çaverêkirin di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn pêk were de, daxuyanî da.

Peskov eşkere kir ku hevdîtina Pûtîn a plankirî ya bi Erdogan re tune ye û heger pêwîst bike jî ew dikarin hevdîtineke wiha di demeke kurt de saz bikin.

Dmitriy Peskov, li ser pirsa rojnamevanan a ku Erdogan dixwaze ji bo mijara peymana dexlê bi Pûtîn re bicive got: “Di bernameya Serok Pûtîn de, niha hevdîtineke wiha nîne. Ger pêwîst bike em dikarin di demeke kurt de saz bikin.”

Peskov, li ser bidawîbûna dema peymana dexlê jî diyar kir ku piştî rojên peymanê tije bûn dê Rûsya nirxandinekê bike û ragihîne.

Hêjayî gotinê ye, dema peymana dexlê ya veguhestina zadê Ukraynayê ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û navbeynkariya Tirkiyê hatiye îmzekirin, 17ê Tîrmehê bidawî dibe.

Rûsya dibêje ku xalên peymanê yên di berjewendiya wan de nayên bicihanîn û lewra jî ti wateya dirêjkirina peymanê tune ye.