Wê Erdogan û Pûtîn li Soçiyê bicivin: Di rojeva wan de Rojava jî heye!
PeyamaKurd - Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlînê îro 26ê Tîrmehê ragihand, destpêka meha bê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Moskowê dike û Erdogan û Pûtîn li ser çend mijarên girîng dicivin.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Valdimir Putin, 5ê Tebaxê li Soçiyê li ser pêwendiyên navbera Moskow û Enqerê dicivin.
Li gorî raporên medyayî, tê çaverêkirin, ji bilî babetên korîdora zad û rewşa Sûriyê, Erdogan û Pûtîn mijara Rojavayê Kurdistanê jî gotûbêj bikin ku Tirkiye dixwaze bi operasyoneke nû Rûsyayê razî bike.
19ê Tîrmehê jî li Tehranê di formata Astanayê de, civîna sêqolî di navbera Erdogan, Pûtîn û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de hatibû kirin û herdu aliyên Rûsya û Îranê dijberiya xwe ya bo operasyoneke nû ya Tirkiyê eşkere kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin