Peskov: Wê Erdogan û Pûtîn bicivin
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, Pûtîn wê hefteya bê bi Erdogan re li ser korîdora zad bicive û biryar e ev civîn hefteya bê li bajarê Semerqand a Ozbekistanê pêk were.
Li gor Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, beşa yekem a peymana hinardekirina zad ji Deryaya Reş bi navbeynkariya Tirkiyê hat çareserkirin û got, beşa hinardekirina berhemên zadê Rûsyayê çareser nebûye.
Peskov herwiha li Moskowê li ser civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û hinardekirina genim daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov da zanîn, tê plankirin ku hevdîtin hefteya bê li bajarê Semerqand ê Ozbekistanê were kirin û got, tê pêşbînîkirin ku her du rayedar pêvajoya hinardekirina zad jî gotûbêj bikin.
Di berdewamiyê de Peskov destnîşan kir, hinardekirina zadê Ukraynayê naçe welatên hejar û got: “Tenê 2 keştiyên zad çûne welatên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî hejar tên pênasekirin.”
Peskov herî dawî got, rayedarên Amerîka û Ewropayê daxuyanî dane û gotine tu siza li ser berhemên xorakên Rûsyayê nînin û anî ziman: “Her çend ev ji aliyê qanûnî ve rast e, di rastiyê de berhemên xorak û zibilê Rûsî pir dijwar û sînordar in ku bigihîjin bazarên navneteweyî. Ji ber ku keştiyên bazirganiyê nikarin bikevin benderan û xizmetguzarî jî nayên kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin