Çavusoglu: Ji hevdîtinan encam dernekeve wê Erdogan û Pûtîn bicivin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê hevdîtinên şanda Rûsî yên li Enqerê yên bo krîza Idlibê got, heger di hevdîtinên doh de lihevkirin çêbûya pêdivî bi civîna îro nedibû.
Çavuşoglu daxwaza demildest ragihandina agirbestê û dawîanîna êrîşên rejîma Sûriyê kir diyar kir ku heger ji hevdîtinan encam dernekeve dibe ku herdu serok (Erdogan-Pûtîn) bicivin.
Dema Çavuşoglu ev daxuyanî da, hêzên artêşa Tirkiyê digel komên çekdarên cîhadî ji bo herêmên vê dawiyê li Idlibê ketine kontrola hikûmeta Sûriyê ji dest derxin, dest bi êrîşekê kiribûn ku li gorî agahiyên dawî bi moşekan êrîşî binkeyên rejîmê yên li Seraqibê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin