Erdogan li Bexdayê dest bi hevdîtinan kir

22 April 2024 13:54 0 dîtin
Erdogan li Bexdayê dest bi hevdîtinan kir

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro danê nîvro, ji bo serdana fermî ya plankirî, bi şanda li gel xwe gihîşte paytexta Iraqê Bexdayê. Erdogan wê piştî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Iraqê re derbazî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bibe.

Serokomarê Tirkiyê û şanda pê re ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hate pêşwazîkirin. Erdogan wê piştre serdana Koşka Selamê bike û ji aliyê Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ve bihê pêşwazîkirin.

Di vê çarçoveyê de, biryar e Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, serdana goristana Osmaniyan a li herêma Azemiyê bike.

Li gorî ajandaya serdana Erdogan a Bexdayê, tê çaverêkirin ku li ser çend mijaran lihevkirin bê kirin, ji wan jî hinardekirina petrolê ya ji Kerkûkê ber bi Bendera Ceyhanê û li gorî peymanên navneteweyî, berdana pişkê ava Iraqê ji çemê Dîcleyê.

Li gel van mijaran tê payîn ku Erdogan di hevdîtinên xwe de hebûna hêzên PKKê û yên artêşa Tirkiyeyê ya li ser axa Herêma Kurdistanê, mijara Şengalê û hin mijarên din gotûbêj bike.