Berpirsê bilind ê ewlehiya Îranê li Bexdayê dest bi hevdîtinan kir

05 February 2024 20:23 0 dîtin
Berpirsê bilind ê ewlehiya Îranê li Bexdayê dest bi hevdîtinan kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmedyan îro 5ê Sibatê serdana Bexdayê kir.

Elî Ekber Ehmedyan li Bexdayê, ji aliyê Cîgirê Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Îsam Seidî ve hate pêşwazî kirin. Biryar e Ehmedyan bi berpirsên Iraqê re li ser mijarên ewlehiyê û êrîşên Amerîkayê yên ser komên milîs hevdîtinan pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye, ev serdan piştî êrîşa 14ê Çile ya moşekên balîstîkî ya pasdarên Îranê ku li Hewlêrê 5 sivîl hatin kuştin tê kirin û herwiha Iraqê ew êrîş şermezar kiribû û serî li Neteweyên Yekbûyî jî dabû.

Li ser wê êrîşê Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrîşên Îranê yên ser Hewlêrê de ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.