Hejmar gihîst 273 kesan, 2 berpirsên bilind ên Îranê jî ji vîrûsa korona mirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Îranê îro ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 43 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirine.
Li gorî çapemeniya fermî ya Îranê jî cîgirê berê yê îdareya siyasî ya sipaha pasdaran û dadwerekî dadgeha parêzgeha Gîlanê ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan.
Malpera Tesnîm a ser bi sipaha pasdarên Îranê ragihandiye: “Cîgirê berê yê îdareya siyasî ya sipaha pasdaran Ferzad Tezerî ku çend rojek bû li nexwaşxaneyê bû, îro li nexwaşxaneyekî tehranê jiyana xwe ji dest daye.”
Medya Îranê belav kir, di berdewama mirina berpirsên Îranî ya bi vîrusa korona de, dadwerê dadgeha Gîlanê ku dadwerê taybet ê çapemeniyê jî bûye Mûsa Turabzade ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest daye.
Ew dadwere berê di dema şerê Îran û Iraqê de jî nav rêzên artêşê de bûye û berketiyê çekên kîmyayî bûye.
Herwiha çapemeniya Îranê îro belav kiriye ku Îsmaîl Necar ku serokê navenda krîzên Îranê ye, bi vîrusa korona ketiye.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanoş Cihanpor jî îro amarên dawî ragihand û da xuyakirin, di heyama 24 demjimêrên borî de 43 kesên din li Îranê ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane, bi vî awayî hejmara miriyên koronayê gihîştiye 273 kesan.
Cehanpûr da zanîn, ji doh heta îro 595 kesên din tûşî vîrusa korona bûne û hejmara berkeftiyan gihîştiye 7 hezar û 161 kesan.
Bi gotina wî berpirsê Îranî, heta niha 2 hezar û 349 kes jî ji nexweşiyê çak bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin