Hejmara mûçexurên ‘Hejmara Min’ gihîst 600 hezar kesan
PeyamaKurd - Projeya Hejmara Min a sîstema bankî ya bo karmendan li Herêma Kurdistanê ragihandin, “Di kêmtirî salekê de 600 hezar mûçexur li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.”
Projeya Hejmara Min îro 3yê Cotmehê eşkere kir ku wan nîvê rêyê zêdetir borandiye û da zanîn: “Hejmara Min di kêmtirî salekê de 600 hezar mûçexur li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê tomar kirine û zêdetirî 250 amûrên pere (ATM) jî li Herêma Kurdistanê belav kirine.”
Projeya Hejmara Min diyar kir, “Em dê berdewam bin heta yek milyon kes dibin xwediyên hejmarên xwe yên bankan û nêzî hezar amûrên derxistina pereyan (ATM) li sernaserî Herêma Kurdistanê berdest dibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin