Dadgeha Federal a Iraqê projeya ‘Hejmara Min’ pejirand
PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê, biryar ser bernivîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî ya derbarê projeya bankî ya ‘hejmara min’ de da.
Dadgehê projiya Hejmara Min pejirand û ragihand ku ew proje ne li dijî destûrê ye.
Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd roja 1ê Tîrmehê nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand û diyar kir, bi biryara Dadgeha Federalî, proseya bankîkirina hemû bankên hikûmî û hemû bankên ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve hatine pesendkirin, li xwe digire.
Di nameya Dadgeha Federalî de, lîsteya pêvekirî ya 66 bankên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin ku di nav wan de yên beşdarî proseyê bûne (Hejmara Min) jî hatin rêzkirin.

Li gorî amarên hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetirî 400 hezar karmendan navên xwe di projeya Hejmara Min de tomar kirine û 231 amêrên kişandina pereyan (ATM) li seranserê Herêma Kurdistanê hene û heta dawiya sala 2024an, hejmara wan dê bigihe nêzîkî hezar ATMyan.
Hejmara bankên ku di projeya Hejmara Min de beşdar bûne heta niha heşt in, ew jî ev in: RT, Cihan, Bexdad, BBAC (bankeke Libnanî), Banka Niştimanî ya Iraqê, Banka Îslamî ya Iraqê, Banka Iraqê ji bo Bazirganiyê (TBI) û Banka Geşepêdana Navdewletî (IDB).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin