Ji bo Pêsmerge projeya ‘Hejmara Min’ temam bû
Peyama Kurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku projeya ‘Hejmara Min’ bi encam bûye û ji vê mehê şûnve wê Pêşmerge û karmendên Wezareta Pêşmerge, êdî mûçeyên xwe ji ATMyan werbigirin.
Hikûmetê bi vîdyoyeke danasînê diyar kir ku di çarçoveya vê projeyê de wê karmendên girêdayî Wezareta Pêşmerge mûçeyên xwe ji ATMyan werbigirin.
Ji ber nebûna sîstemeke belavkirina mûçeyan, li Herêma Kurdistanê di babeta wergirtina mûçeyan de gellek pirsgirêk derdiketin. Bi mebesta ev pirsgirêk bêne çareserkirin, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo sîstemeke paredanê projeya ‘Hejmara Min’ hatibû destpêkirin. Ev sîstema perepêdanê, sîstema sazkirina pergala ATMyan e ku li gellek welatên cîhanê tê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin