175 hezar karmend di projeya ‘Hejmara Min’ de hatin tomarkirin

05 December 2023 18:54 0 dîtin
175 hezar karmend di projeya ‘Hejmara Min’ de hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê amarên dawî yên tomarkirina projeya “Hejmara Min” a karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Navenda Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 5ê Kanûnê ragihand, heta niha nêzîkî 175 hezar karmendên Herêma Kurdistanê di projeya “Hejmara Min” de hatine tomarkirin û proseya tomarkirina karmendan berdewam dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya dijîtalkirina xizmetan de, projeya “Hejmara Min” ji bo karmendên sektorda taybet û giştî, xanenişînan û hêzên ewlehiyê daye destpêkirin.

Bi vê projeyê re, karmendên tomarkirî dikarin bi awayekî parastî û şefaf, bi rêya elektronî mûçeyên xwe ji ATMyan wergirin û ji bo vê jî zêdetirî hezar bingeh li tevaya Herêma Kurdistanê wê têne danîn.