Sandeyeke bilind a aborî ya Îranê îro serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Bi serokatiya Wezîrê Wîze ya Îranê Reza Erkadinyan, şandeyeke bilind a aborî ya Îranê, serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike û bi berpirsên Iraqê re dicive.
Li gor zanyariyên çapemeniyê, şande îro 29.12.2020ê bi serokatiya Wezîrê Wîze ya Îranê Reza Erkadinyan, gihişt Bexdayê.
Wezîrê Elektrîka Iraqê Mecîd Hentuş ku pêşwaziya şandeyê kir, diyar kir, ew şande bo guftûgokirina derbarê henardekirina gaza xwezayî bo Iraqê û deynên Îranê li ser Iraqê, serdana Bexdayê kiriye.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, şandeya Îranê dê bi Wezîrên Bazirganiyê, bi Parêzgerê Banka Navendî ya Iraqê re û pişt re jî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin