Erdogan: Em hewla endamtiya daîmî ya NY din, lê me ti encam nestandiye

27 September 2024 18:02 0 dîtin
Erdogan: Em hewla endamtiya daîmî ya NY din, lê me ti encam nestandiye

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 27ê îlonê piştî nimêja înê ji medyakaran re axivî û li ser danûstandinên xwe yên li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) agahî dan.

Erdogan got, “Em hewl didin bibin endamê daîmî yê NY, lê heta niha me ti encamek negirtiye. Ji xwe ti hesabê endamên daîmî jî nîne ku me bikin endamê daîmî. Li NY 5 endamên daîmî û 15 jî yên demkî ne. Tenê endamên daîmî dikarin biryarê bidin. Ji ber ku ti bandoreke endamên demkî tune ye. Ev 5 endamên daîmî hema bêje hikum li tevaya dinyayê dikin.”

Serokomarê Tirk herwiha diyar kir, her çiqas hin welatên din jî hewla endamtiya daîmî ya NY didin jî ti bandoreke wan çênabe ji ber ku nikarin xwedî biryar bin.