‘Erdogan ji Pûtîn re gotiye petrola Sûriyê ya we û me ye’

11 March 2020 18:22 0 dîtin
‘Erdogan ji Pûtîn re gotiye petrola Sûriyê ya we û me ye’

PeyamaKurd – Li gorî nûçe analîzeke rojnameya erebî ya bi navê El Ereb, Tirkiyê ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn xwestiye petrola Sûriyê bi hev re par bikin û Erdogan jî ji Pûtîn re gotiye, petrola Sûriyê ya me û we ye.

Rojname dibêje; “Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got wî ji hempîşeyê xwe yê Rûsyayê xwestiye ku ew bibin hevparên rêvebirina zeviyên petrolê li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê, li şûna ku bimîne di destê hêzên Kurdan de ku niha wan zeviyan bi rê ve bidin.”

‘Tirkiye hewl dide dest deyne ser petrol û gaza Sûriyê’

Di dewamê de tê gotin, çavdêr dibêjin ku ev daxuyanî rastiya rola Tirkiyê li Sûriyê eşkere dike ku dagirker e û hewl dide dest deyne ser petrol û gaza Sûriyê.

Li gorî raportê, ew daxwaziya Tirkiyê herwiha gotinên berê yên Erdogan jî pûç dike ku Erdogan berê gotibû hin aliyan xwestiye ku petrolê bi wan re parve bikin, lê wî nepejirandiye û gotiye, “xema me mirov in ne petrol e”.

‘Erdogan armanca xwe ya dagirkeriyê eşkere kir’

Çavdêrên siyasî dibêjin; Erdogan hem armanca xwa ya dagirkeriyê eşekere kiriye, hem jî da xuyakirin ku ew pir hişsivik e, ji ber ku dagirker carê armancên xwe yên dagirkeriyê vedişêrin û behsa armanc û sloganên mirovî dikin.

‘Pûtîn dikare bêyî Erdogan berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bîne’

Li gorî raporta rojnameya Erebî, “Çavdêran diyar kiriye, Pûtîn dê hevkariyeke serokekî ku ramanên xwe ji her kesî re eşkere dike, neke, herwiha Rûsya dikare armancên xwe li Sûriyê bêyî Erdogan pêk bîne.”

Wekî tê zanîn Amerîkayê dema biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê da, bi fermana Serok Trump li herêmên petrolê yên bin kontrola Kurdan car din hêz bicih kirin ku mebest jî wekî parastina petrolê nîşan dan.

Hê jî piraniya herêmên petrolê di bin kontrola HSDê de ne ku hêzên Amerîkî jî li wan deveran ji bo nekevin destê hêzên din parastinê dikin.