Reîsî sibe serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî sibe 24ê Çile roja Çarşemê serdana Tirkiyê dike û li paytexta Tirkiye Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.
Serdana Reîsî ya bo Tirkiyeyê, ji ber teqîna li Kirmanê ku dema merasîma salvegera kuştina Qasim Suleymanî zêdetirî sed kesan can dabû, hatibû paşxistin.
Li gorî ragihandina Enqere û Tehranê, wê 8. Civîna Civata Bilind a Hevkariya Îran û Tirkiyê bi serokatiya her du serokomaran bê lidarxistin û gelek girêbest û peymanên di warên aborî û bazirganî de bên îmze kirin.
Tê çaverêkirin di vê serdanê de, mijarên Xexze, îstiqrara herêmê û têkoşîna li dijî PKKê jî werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin