Îbrahîm Reîsî sibe serdana Rojhilatê Kurdistanê dike
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, sibe 24ê Îlonê ji bo vekirina hin projeyên aborî û hevdîtinan diçe parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê.
Parêzgarê Îlamê Mihemed Nozerî eşkere kir ku Reîsî ji bo şopandin û gotûbêjkirina pirsgirêkên xelkê, civîn û hevdîtinên ligel xelkên kêm dahat û civîna ligel berpirsên îdarî yên parêzgehê serdana Îlamê dike.
Nozerî da xuyakirin ku wê hejmarek wezîr jî bi Îbrahîm Reîsî re amade bin û serdana cihê projeyên 12 bajar û bajarokên parêzgehê bikin.
Ji dema hatiye ser posta serokomariyê ve Reîsî yekem serdana xwe ya parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê dike.
Parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ku ji %11ê petrol û ji %6ê gaza Îranê tê derxistin, tevî vê dewlemendiya xwe jî li seranserê Îranê yek ji bajarên xelkê wê herî zêde hejar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin