Reîsî serdana bajarê Rojhilatê Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, îro 8ê Tîrmehê serdana parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kiriye bi mebesta vekirina hin projeyên aborîyê.
Li gorî nûçeya medya Îranê hejmarek wezîr û rayedarên hikûmetê jî di şanda ligel Îbrahîm Reîsî de cih digirin û Reîsî li Balafirgeha Sineyê ji aliyê Parêzgarê Sine, Îslamîl Zarinî Kûşa ve hatiye pêşwazîkirin.
Parêzgarê Sineyê li ser serdana Serokomarê Îranê gotiye, çendîn projeyên temamnebûyî di warê rê û piran û hêla hesin û bendavan de hene ku serokomar dê wan pirojeyan bibîne û çend hevdîtinan ligel xelkê pêk bîne û herwiha serdana hejmarek kargehên pîşesaziyê û berhemanîne bike.
Hat diyarkirin ku wê Reîsî li Seqiz û Sineyê xelkê jî bibîne û berî ku serdana xwe bi dawî bike jî civîneke rojnamevanî saz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin